Ji bo roja pêncan: Dronên Rûsyayê jiyana rojane li Kîevê têk birin

Êrîşên dronên Rûsyayê li ser bajarê Kîevê paytexta Ukraynayê û derdora wê ketin roja xwe ya pêncan. Ev êrîş bûne sedema birîndarbûna sivîlan, zirarên madî yên mezin û rawestandina tevgera metroyê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Êrîşên dronên Rûsyayê yên li ser Kîev û herêmên derdora wê ketin roja xwe ya pêncan û dron jiyana asayî ya bi milyonan welatiyan serûbin kirin. Parêzgarê Kîevê Tîmur Tkaçenko ragihand ku di encama van derbên dawî de çar kes birîndar bûne û zirarên mezin gihîştine depoyan, firoşgehan û avahiyên niştecîhbûnê.

Li gorî daxuyaniya Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zîlenskî, Rûsyayê di nava çar rojan de nêzîkî 1500 dron avêtine ser xakê wan, ku bêtirî nîvê wan sîstemên nû yên bi motorên jet in. Ev şerê teknolojîk û aborî ne tenê li Kîevê, lê li herêmên wekî Odesa û Krîvî Rîh jî bû sedema zirarên mezin ên wekî şewitîna navendên posteyê û birîndarbûna sivîlên din. Ji ber sîrenên ku di nava rojê de bê rawestan lê didin, tevgera metroyê ya li paytextê hat astengkirin û bi sedan welatî li ser platforman asê man, di heman demê de Ukraynayê jî bi dronan êrîşî navendeke lojîstîk a Rûsyayê li bajarê Yekaterînbûrgê kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye