Biryar bû ku fînalên Şampiyoniya Cîhanê ya 2026an di navbera 16 û 25`ê cotmehê de li Ceddahê bên lidarxistin lê ji ber bûyerên dawî yên li Siûdiyê hat paşxistin.
Federasyona Siûdiyê ya Sporên Eleketronîk di daxuyaniyekê de got:
"Ev biryar piştî nirxandina pêşveçûnên dawî yên li herêmê û bandora wan li ser amadekariyên lojîstîkî yên ji bo mêvandariya turnuvayê, hatiye dayîn.
Agahiyên berfirehtir derbarê fînalên FIFA Şampiyoniya Cîhanê de dê di demeke guncaw de bên ragihandin."
Roja şemiyê jî, Japonya û Brezîlya, piştî nirxandina rewşa ewlehiyê ya li welatê mêvandar, tîmên xwe ji pêşbaziyê vekişandin.