Lîga 1'em a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF), di hefteya duyem de, berdewam dike.
Tîma Vanspor FK a Bakurê Kurdistanê, bi tîma Esenler Erokspor, li stadyuma Wanê lîst.
Lîstikvan Ivan Cedric, di xuleka 57'an de, gola Vansporê anî û maç bi encama 1 – 0 bi dawî bû.
Vanspor bi vê encamê puana xwe gihand 6 xalan û di lîgeyê de,derket rêza duyem.
Li aliyekî din jî, tîma Amed Spor, piştî têkçûna hefteya borî, dixwaze bi temaşevanên xwe re li hev were û vegere riya ber bi serkeftinê.
Amed Spor wê saet 21:30'î li Stadyuma Amedê, mazûvaniya Erzurum Sporê bike.