Manchester City li hemberî Arsenal bi ser ket

Manchester City, duh di tûra 33'emîn a Lîga Premier a Îngilîstanê de, li hember taxima Arsenalê bi encama 2-1 serkeftin bi dest xist.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Maça, di navbera taxima Manchester City û Arsenalê de, li Stadyuma El-itihad hate lîstin.

Manchester City, bi kelecaneke xurt dest bi maçê kir ku di xuleka 16'an de Ryan Cherki golek avêt û taxima xwe xist pêş.

Lê lîstikvanê taxima dijber Kai Havertz zû bersiv vegerand û di xuleka 18'an de golek tomar kir û encam wekhev kir.

Di nîvê duyem de jî lîstikvanê taxima City Erling Haaland, di xuleka 65'an de gola 2'emîn a Manchester City avêt.

Tevî hewildanên taxima dijber, lê di nîvê 2'emîn de ti gol nehatin avêtin û maç bi encama 2-1 bi serkeftina Manchester City qediya.

Bi vê serkeftinê, Manchester City puanên xwe gihandin 67'an û di rêza 2'emîn de cih girt.

Lê Arsenal di 70 puanan de sekinî û di rêza yekem de cih digire.

Li aliyekî din jî, 3 maç ji bilî vê maçê di çarçoveya Lîga Premeir de hatin lîtsin.

Maçên din ên ku hatin lîstin jî bi vî rengî ne:

Everton - Liverpool : 1 - 2

Nottingham Forest - Burnley : 4 - 1

Aston Villa - Sunderland : 4 - 3

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye