Monaco, Paris Saint-Germain têk bir

Di hefteya 25'emîn a Ligue 1 de, taximê Paris Saint-Germain û Monaco hatin beramberî hev. Her wiha Paris Saint-Germain li hemberî Monaco, li stadyuma xwe Parc des Princes bi encama 3-1 têk çû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di maça destpêka hefteya 25'emîn ya Ligue 1 de Paris Saint-Germain li stadyuma xwe Parc des Princes li hember Monaco 3-1 bin ket.

Maç bi hêzeke xurt ji aliyê her du taximan ve, dest pê kir û nîvê yekem bi pêşketina Monaco 1-0 bi dawî bû.

 

Golên ku di maçê de hatin qezenckirin

 

Di deqeya 27'an de lîstikvanê Fransî Magnus Akliuch gola yekemîn anî û skora maçê vekir ku nîvê yekem bi pêşketina Monaco bi dawî kir.

Piştî 10 deqeyan ji destpêka nîvê duyemîn, Alexander Golovin pêşengiya taximê mêvan du qat zêde kir û gola duyemîn anî

Di deqeya 71'emîn de lîstikvanê Fransî Bradley Barcola gola yekane a taximê Paris Saint-Germain anî.

Piştr bi 2 deqeyan, lîstikvanê Monaco Florian Balogun gola 3'yemîn anî û taximê xwe ber bi serkeftineke hêjayî ve bir.

Taximê Paris Saint-Germain bi surprayzekê li hember Monaco têk çû. 

Paris Saint-Germain bi 57 xalan di rêza yekem de dimîne, lê Monaco bi 40 xalan demkî ber bi rêza 5'emîn ve diçe.

Lille jî bi 40 xalan di rêza 6'emîn de ye, lê hîna maça xwe ya hefteya 25'emîn ne lîstiye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye