Roberto De Zerbi bi fermî bû rahênerê nû yê Tottenhamê

Taximê Tottenhamê yê ku di Premier Ligê de zehmetiyan dikişîne, bi fermî ragihand ku Roberto De Zerbi yê îtalî wekî rahênerê xwe yê nû tayîn kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Taximê Tottenhamê bi fermî Roberto De Zerbi yê îtalî wekî rahênerê xwe yên nû tayîn kir.

 

Tottenham bi rêya malpera xwe ya fermî piştrast kir:

 

"Em kêfxweş in ku Roberto De Zerbi wekî rahênerê sereke yê taximê demdirêj bi şertê wergirtina destûra xebatê, radigihînin."

 

De Zerbi got, "Ez kêfxweş im ku tevlî vê kulûba futbolê ya mezin dibim, yek ji mezintirê kulûbên cîhanê ye.

 

Di hemî nîqaşên min de bi rêveberiya kulûbê re, armanca wan a ji bo pêşerojê zelal bû û avakirina taximekê ku bikaribe tiştên mezin bi dest bixe."

 

 

Taxim ji 22 maçên xwe yên dawî yên di lîgê de tenê du maçan bi ser ket

 

 

Rahênerê îtalî anî ziman û got "Ez bi kelecan li benda derketina ser qada xebatê bi van lîstikvanan re me da ku em bigihîjin wê armancê."

 

De Zerbi li hember Tottenhamê bi peywireke dijwar re rû bi rû ye ku piştî rêzeyeke 13 maçan bê serkeftin di Premier Ligê de, tenê bi xalekê li jor sê taximên dawîn e.

 

Taxim ji 22 maçên xwe yên dawî yên lîgê tenê du maçan bi ser ket.

 

Tottenham ji rahênerê xwe Igor Tudor veqetiya, di 44 rojên derbasbûyî de pênc caran têk çû.

 

Piştî ku Thomas Frank di 11'ê sibatê de ji kar hat dûrxistin, Tudor wek rahênerê demkî dest bi kar kir.

 

Lê rewşa ne baş a Tottenham di Premier Ligê de, kulûb neçar kir ku bi heft lîstikên mayî di sezonê de berê xwe bide De Zerbi.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye