Karkerên Tekstîla Dîgel ku piraniya wan jin in, bi mehan e xwepêşandanên xwe didomînin û daxwaza naskirina mafên xwe yên sendîkayî, vegerandina karkerên ji kar hatine avêtin û peymana kar a giştî dikin.
Jinên karker ên Digel Tekstîlê ku 414 roj in li ber kargehê ji bo mafên xwe yên sendîkayî li ber xwe didin, gotin:
"Em dixwazin bi rûmet û şeref bijîn û bixebitin. Divê em ji vê rewşê re bêjin na. Heta ku dengê me neyê bihîstin, em naçin tu cihî."
"Jin pêşeroja welatekî ne"
Karker Nurdan Kîlîçê diyar kir ku berxwedana 169 sal berê hîn jî berdewam dike, nîşan dide ku tiştek ne hatiye guhertin û got:
"Divê em ji bo wekhevî û edaletê têbikoşin. Jin pêşeroja welatekî ne. Ji ber ku em jin in divê em bêdeng nemînin. Divê em maf û hebûna xwe biparêzin."
'Keda jinên karker tê paşguhkirin'
Karkera bi navê Tûgba Dînçelê jî destnîşan kir ku ji bo kêmkirina zilm û zordariya li ser jinan, li cihê kar tedbîrên astengkirinê hewce ne, heya ku ev tedbîr neyên bicîhanîn rewş naguhere.
Tûgba Dînçelê tekez kir ku piraniya karkerên tekstîlê jin in û got: "Ji sedî 80-85'ê karkerên tekstîlê jin in. Ew rastî mobbîng, zext û tacîzê tên.
Ew siyasetek xirab û zilmê li jinan dikin."
Her wiha karker Şengul Ozturkê jî bal kişand li ser mafê jinan û da zanîn ku ew du salan li Digel Tekstil xebitî, lê ji ber ku daxwaza mafên xwe kirine, ji kar hatine avêtin.
Şengul Ozturk diyar kir ku keda jinan tê paşguhkirin û got:
"Me fêm kir ku divê em ji vê re bêjin 'raweste'. Ez dikarim bêjim ku ev bi salan e îstismarek berdewam e. Me ev rê da destpêkirin da ku keç, zarok û xwişkên me tiştên ku me jiyan kir, nejîn.
8'ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinên Karker e. 150 sal berê bi berxwedana jinên tekstîlê hat ragihandin. 150 sal derbas bûn, lê berxwedan û têkoşîn hîn jî berdewam dike.