Êrîşên Îsraîlê li ser Xezeyê ji 7'ê cotmeha 2023'an ve û heta niha ranewestiyane, di encamê de bi hezaran kes hatin kuştin di nav de rojnemevanên jin jî hene.
Sendîkaya rojnamevanên Filistînî rapora xwe ya nû belav kir
Li gorî raporek Komîteya Azadiyan a Sendîkaya Rojnamevanên Filistînî, hêzên Îsraîlê sê sal in bi awayekî sîstematîk rojnamevanên jin ên Filistînî hedef digire.
Ev binpêkirin ne tesadufî ne, lê siyasetek bi zanebûn e.
Li gorî raporê, di navbera 7’ê Cotmeha 2023’an û 9’ê Îlona 2025’an de li Xezeyê 31 rojnamevanên jin hatine kuştin.
Gelek çalakvanên medyayê yên jin ên li ser medyaya civakî jî rastî êrîşê hatine.
Gelek ji rojnamevanên hatine qetilkirin, tevî malbatên xwe dema ku malên wan hatine hedefgirtin, jiyana xwe ji dest dane.
Sendîkaya rojnamevanan: Kuştina rojnamevanan sûcekî şer e
Ev êrîş sûcên şer û li dijî mirovahiyê ne. Ji rojnamevanên ku hatine qetilkirin, ji sedî 85’ê wan li gel hevjîn, zarok, dê û bavên xwe jiyana xwe ji dest dane.
Di raporê de, ev yek wekî “armanckirina malbatî ya ducarî” hatiye binavkirin û hatiye diyarkirin ku ev yek wekî komkujiyekê ye.
Êrîş ne tenê bi dezgehên medyayê yên herêmî ve sînordar bûn, rojnamevanên ku ji bo dezgehên medyayê yên navneteweyî û herêmî dixebitin jî bûn hedef.
Piraniya rojnamevanên hatine kuştin ji 20 heya 35 salî bûn
Di rapora Sendîkaya Rojnamevanên Filistînî de hatiye eşkerekirin ku piraniya rojnamevanên hatine qetilkirin, jinên ciwan bûn, temenê wan di navbera 20 û 35 saliyê de bû.
Daxwaza parastina rojnamevanan li Xezeyê tê kirin
Gelek ji kesên hatine qetilkirin, xwedî perwerdehiya akademîk û pisporên medyayê bûn.
Di dawiya rapora xwe de, Sendîkayê tekez kir ku pêwîst e rojnamevan wekî şahidên rastiyê werin parastin.