JINA FIRANSÎ SONIA JI BER SÛCÊN DIJMIROVÎ WÊ BÊ DARIZANDIN

Dadgeheke Parîsê biryar da ku Sonia Mejri ji ber sucên dijmirovî û qirkirinê li dijî Êzidiyan wê were darizandin.

reset font size increase font size

Dadgeha Temyîzê ya Parîsê, ji bo Sonia Mejri ya ji Sûriyeyê vegeriyaye, ji ber di 2015'an de ciwanek Êzidî kiriye kole û zilm lê kiriye biryar da  ku  li Dadgeha Cezaya Giran bê darizandin. 

Sonia Mejri ya ku hevjîna serçeteyê DAÎŞ’ê Abelnasser Benyoucef bû, ji ber vê yekê bi sûcên terorîzmê jî wê bê darizandin.

Sonia Mejri di 2014 'an de bi Abdelnasser Benyoucef ê Fransî-Cezayirî , endamekî sereke yê DAÎŞ’ê re zewicî. 

Abdelnasser, ji ber fermana êrîşa 2015’an a li dijî dêrek li Villejuif a li Parîsê hate kirin, bi sûcên terorîzmê hate darizandin. 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24