DEM Partî: Em azadiya jinan dixwazin

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi boneya 8’ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan çalakiyên cur be cur tên lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

8’ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan, rojeke navneteweyî ya jinên kedkar e.

 

Di sala 1857’an de Neteweyên Yekbûyî roja 8’ê Adarê weke Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar pejirand.

 

8’ê Adarê, lihevhatina rengê jinê yên ji xemla buharê ye.

 

Her jinek li pey şopa çîroka xwe bi gerandina tevna rengan, dîwarên dorpêçê yên tirsê dişikîne.

 

Mebest ji vê rojê balkişandina li ser kedxwarî û bêmafiya sîstema desthilatdar a li cîhanê ye.

 

Li Parka Saraçhanayê ya navçeya Fatîhê ya Stenbolê, Meclisa Jinan a DEM Partiyê civîn li dar xist û starta çalakiyan da.

 

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî Tevgera Jinên Azad (TJA) starta 8'ê Adarê bi meşeke girseyî li dar xist.

 

"Divê em bengewaziya Ocelan bi cih bînin"

 

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû diyar kir ku li tevahî Rojhilata Navîn, li dijî astengiyan jin li ber xwe didin, li Rojava jin jiyanake azad ava dikin û wiha rave kir:

 

“Em jiyaneke azad dixwazin. Ji bona wê divê em li derdora bangawaziya birêz Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ li ber xwe bidin. Li dijî tevahî bendan em ê berxwedana xwe mezin bikin. Em ê jiyaneke azad û wekhev bihûnînin.”

 

 

"Serdest dixwazin îradeya jinan tune bikin"

 

Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Beritan Guneş Altin, diyar kir ku hêzên serdest li seranserê cîhanê li dijî felsefeya "Jin Jiyan Azadî" şer dikin û wiha pê de çû:

 

"Li Tirkiyê tenê di rojekê de 6 jin hatin kuştin. Li Rojava jî zihniyeta tarî ya DAIŞ-HTŞ'ê li dijî jinan heye.

Bi avêtina jinan ji avahiyan, ew dixwazin îradeya jinan tune bikin. Tiştê ku ew dixwazin tune bikin felsefeya 'Jin, jiyan, azadî' ye.

Ji ber vê yekê, di 8'ê Adarê de, em ji Qoserê peyama herî girîng ji bo Rojavayê Kurdistanê didin."

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye