Di nameyê de wiha hatiye gotin:
“Li Tirkiyeyê bi hezaran girtî hene, hemû jî ji mafê hêviyê bêpar hatine hiştin.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê destnîşan dike ku girtiyek nabe heya dawiya emrê xwe di zindanê de bê girtin.
Dewleta Tirk jî vê zagonê weke zagon dipejirîne lê pêk nayne."
Civaka êzîdî Rêber Apo rizgarkerê me ye
Di dawiya nameyê de rêxistinên civaka Êzidî bi bîrxistin ku 74 ferman jiyane, fermana herî dawî 3’yê Tebaxa 2014’an pêk hatiye û bi saya fikir û ramanên Rêber Apo ji fermana dawî rizgar bûne.
Navê rêxistinên jinan yên ku name ji konseya Ewropayê re şandin wiha ne.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Yekitiya Jinên Êzidî ya Elmanyayê (SMJÊ), Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava û Yekitiya Jinên Moskov û Ermenistanê.