Fransa û Spanya û Kanadayê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang kirin

Fransa, Spanya û Kanadayê tevî dilgiraniya welatên xwe ya li ser rewşa Nêrgiz Mihemedî, daxwaza dermankirina bijîşkî ya bilez û azadkirina wê ya bêmerc kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rewşa çalakvana Mafê Mirovan Nêrgiz Mihemedî pir xirab e. Ji bo xwedîderketina li wê gelek aliyan daxuyanî dan.

Saziya Nêrgiz Mihemedî, der barê helwesta welatan a li ser rewşa girtiya siyasî Nêrgiz Mihemedî de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Wezareta Karên Derve ya Spanyayê bang li balyozê Îranê kir, da ku dilgiraniya welatê xwe ya li ser jiyana Nêrgiz Mihemedî bîne ziman.

Her wiha Wezareta Spanyayê daxwaz kir ku Nêrgiz Mihemedî bi lez were azadkirin.

Her wiha hat destnîşankirin ku hikûmeta Fransayê berpirsyariya jiyana Nêrgiz xistiye ser milê desthilatdarên Îranê.

Her wiha hikûmeta Fransayê daxwaz kiriye ku hemû tedbîrên pêwîst ji bo başbûna rewşa Nêrgiz wergirin.

Wezîra Karên Derve ya Kanadayê jî li ser rewşa tenduristiya Nêrgiz Mihemedî hişyarî da.

Hêjayî gotinê ye ku di 1’ê gulanê de, Nêrgiz Mihemedî li girtîgeha Zencanê piştî ku du caran ji ser hişê xwe çû, krîza dil derbas kir û bi lez hat rakirin ji bo nexweşxaneyeke Zencanê.

Roja 5’ê gulanê jî, parêzera Nêrgiz Mihemedî, Şîrîn Erdekanî ragihandibû ku jiyana Nêrgiz Mihemedî di metirsiyeke mezin de ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye