Li gorî agahiyan tê gotin ku hêzên ewlehiyê di dema serdegirtina li malê de lêgerîn kirine û dest danîne ser telefonên endamên malbata Zîlan.
Her wiha piştî girtina wê Zîlan Kemanger ji bo navendeke ragirtinê ya li Sine hatiye veguhastin, lê tu biryara dadgehê nehatine dayîn.
Zîlan Kemanger, keça girtiyê siyasî Huseyîn Kemanger e.
Zêdebûna darvekirin û girtinên keyfî yên li seranserê Îranê di demên dawî de bûye sedema fikarên cidî di nav Rêxistinên Mafên Mirovan de.
Dewleta Îranê bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê zextê li çalakvanên sivîl û malbatên muxalif dike.