Li Kobanê komxebatek taybet bi jinan hat lidarxistin

Rêxistinên jinan ên li Kobanê ji bo pêşîlêgirtina xwekuştina jinan, komxebatek li dar xistin. Di komxebatê de sedem û çareserî hatin nîqaşkirin. Herî dawî jî encamnameyek hat erêkirin ku tê de çend rê û rêbaz hatin destnîşakirin da ku rê li ber xwekuştinê bê girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Kobanê li ber xwe dide.

Berxwedana vê carê ya Kobanê li hember dijminekî veşartî ye, ku li jêr navên cuda dikare xwe bigihîne mirovan, ew jî diyardeya xwekuştinê ye û bi taybetî di nav jinan de.

 

ji bo bidawîanîna diyardeya xwekuştinê, komxebatek li hola  Komîteya Lihevanînê ya li bajarê Kobanê hat lidarxistin.

 

Li Kobanê kar ji bo rêgirtina li ber xwekuştinê tê kirin

 

Di komxebatê de rêbazên bidawîanîna xwekuştin, sedem û çareseriyên wê hatin nîqaşkirin.

 

Komxebat ji aliyê rêveber, hevserok û endamênên Mala Jinan, Meclisa Edelatê ya Kantona Firatê û Rêxistina Sara hat birêvebirin.

 

Di komxebatê de rêyên çareseriyê hatin nîqaşkirin

 

Rewşen Haçim der barê sedemên ku berê jinan didin xwekuştinê, got: "Xwekuştin yek ji diyardeyên negatîf e ku bandor li civaka me kiriye. Sedemên sereke yên xwekuştinê nexweşiyên derûnî, xemsarî, nexweşiyên kesayetiyê ne."

 

Kamîla Elî jî destnîşan kir ku bi rêya bihêzkirina rola jinan di guherîna civakî, pêkanîna rêgezên tevkariyê di biryardayînê de, dikarin dawî li vê diyardeyê bînin.

 

Ji bo rêgirtina li pêşiya diyardeyên neyinî, hin rêbazên ku wekî encamnameya komxebatê hatin destnîşankirin.

 

Daxwaza pêkanîna zagona malbatê hat kirin

 

Xalên herî girîng ên encamnameya komxebatê jî ev in:

-Pêkanîna zagona malbatê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

 

-Ji bo pêşîlêgirtina li madeyên hişbir û şantaja elktronî divê semînar werin dayîn.

 

-Divê rêziknamya Mala Jinan bi jinan re were parvekirin û rola wan di civak û pergala komîn û meclisan de werin bihêzkirin.

 

-Kesên pêwîstiya xwe bi dermankirina derûnî heye li navendên tiba derûnî bên destekdayîn.

 

Mala jinan û rêxistina Sara wek navendên çareseriyê hatin dîtin

-Mala Jinan û Rêxistina Sara wekî saziyên çareserkirina pirsgirêkên jinan werin dîtin.

 

-Ji bo pêşîlêgirtina diyardeya xwekuştinê pêdivî pê hat dîtin ku ji aliyê Meclisa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve zagon bên dayîn.

 

-Bi armanca destekdayîna derûnî jî li dibistan û zanîngehan semînar werin dayîn.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24