Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Iraqçî da zanîn ku berpirsekî Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî dê îro ji bo hevdîtinan were Îranê, lê ti planek ji bo serdana tesîsên nukleerî tune ye.
Iraqçî got: "Dan û standinên me yên bi ajansê re, dê îro pêk werin. Min berê ragihandibû ku cîgirê Grossi dê were Tehranê. Bernameyeke zelal a lêgerîna li cihên tesîsên nukleerî tune ye."
Hin çavkaniyên Îranê gotin ku dibe ku dan û standin di navbera Îran û Amerîkayê de, bi navbeynkariya Norwecê dest pê bike.