Di 10`ê tebaxê de li Sûriyeyê 12 kes hatin kuştin

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan (SOHR), ragihand ku bi tenê di rojekê de12 kes li Sûriyeyê hatine kuştin.

reset font size increase font size

Li gor daxuyaniya SOHR`ê, cih û awayê kuştina van 12 kesan ji hev cuda bûye.

Li gundewarê Deraayê 2 kes, li Humsê jî 4 kesên Elewî di du êrîşên cuda de hatin kuştin.

 

 Li gundewarê Siweydayê di encama pevçûnan de, ciwanekî Durzî û 2 endamên wezareta Parastinê ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê hatin kuştin.

 

Li Helebê jî Ciwanekî 21 salî dema ku çeka xwe paqij dikir, bi guleyeke şaşî, jiyana xwe ji dest da.

 

Li bajarê Meyadîn ê rojhilatê Dêrazorê, zarokekî du mehî bi guleyekê, hat kuştin.

 

Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Dêrazorê dema ku çekê xwe paqij dikir, bi guleyek şaşî jiyana xwe ji dest da.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24