Rojnameya Wall Street Journalê ragihand ku Supaya Pasdarên Îranê roja pêncşemê li Tengava Hurmizê êrîşî keştiyeke barhilgir a bi navê Or Lovely kir ku ala Sîngapûrê hildabû.
Li gorî rojnameyê, êrîş piştî çend demjimêran ji hişyarkirina Supaya Pasdaran ji keştiyan re pêk hat, da ku rêyên ku ji hêla Îranê ve nehatine pejirandin bi kar neynin.
Êrîşa li ser vê keştiyê ji çaxa îmzekirina peymana di navbera Amerîka û Îranê de ya yekem e.
Her wiha Desteya Rêveberiya Rêyên Avê ya Kendavê, ku desteyek ji bo birêvebirina Tengava Hurmizê ye û vê dawiyê ji hêla Îranî ve hatiye damezirandin, li ser platforma X'ê nivîsek weşand.
Wêneyê belavoka desteyê ya Xê bi kar bîne, wêne di folderê min de ye bi navê Desteya Rêveberiya Rêyên Avê ya Kendavê
Desteyê di nivîsa xwe de destnîşan kir ku her derbasbûnek bi rêya rêyên li derveyî çarçoveya destnîşankirî ya desteyê, ne di bin garantiya derbasbûna ewle de ye.
Desteyê zêde kir ku xwediyê keştiyê, bikarhênerê wê û kaptan berpirsiyarên encamên derbasbûna ji rêyên bêdestûr in.
Piştî êrîşê xwediyên keştiyan planên xwe ji nû ve dinirxînin
Piştî êrîşa li ser keştiyê li Tengava Hurmizê, Ajansa Bloombergê diyar kir ku ev êrîş hin xwediyên keştiyan neçar kiriye ku planên xwe yên ji bo rêwîtiya di Kendavê re ji nû ve binirxînin.
Lê belê, roja Înê rêwîtiya li her du aliyên rêya avê ya stratejîk berdewam kir.
Rêya başûr a Tengavê ji hêla Umanê ve tê birêvebirin û ji hêla Amerîkayê ve tê hevrêzîkirin.
Hin keştî rêya bakur a nêzîkî avên Îranê ji bo derbasbûnê hilbijartine, ku ji hêla Rêxistina Deryavanî ya Navneteweyî ve tê nas kirin.