Di ketina balafirekê de li navenda Meksîkayê 4 kes mirin

Duh karbidestên ewlehiyê ragihandin ku li eyaleta Puebla ya navenda Meksîkayê 4 kes di encama ketina balafireke biçûk de mirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Li gorî Daîreya Ewlehiyê ya Pueblayê, balafireke yek-motorî piştî rabûnê demek kurt li herêmeke pîşesaziyê ya li Santa Ana Zalemulco ket xwarê.

Niştecihekî herêmî yê bi navê Vicente Hernandez ji France Press re got ku balafir hewl da ku kontrola xwe ji nû ve bi dest bixe lê pir nizm difiriya û di dawiyê de ket xwarê.

Rayedaran diyar kirin ku balafir ber bi Poza Rîka li eyaleta Veracruz a rojhilatê Meksîkayê ve diçû.

Wezareta Karên Hundir a li Puebla eşkere kir ku 3 kes li cihê bûyerê mirin û yê 4´emîn jî piştî ku ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyê mir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye