Polîsên taybet derdora parkê dorpêç kirin û rê nedan karkeran ku derkevin.
Karkerên kanan, di roja pêncem a greva birçîbûnê de, rijd kirin ku meşa xwe bidomînin.
Karkeran li hember astengiya polîsan bertek nîşan da û dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Pisporê Rêxistinkirina Sendîkaya Karkerên Kanan ên Serbixwe Başaran Aksu, wiha got:
"Heta ku ev pirsgirêk çareser nebe, em ê ji Enqereyê dernekevin."