Gelo wê jinek bibe cîgira sekretera giştî ya "NY"?

Di sala 2027'an de wê cîgirê sekreterê giştî yê nû ji bo Neteweyên Yekbûyî were hilbijartin. 4 namzet ku 2 ji wan jin in, soz dane ku ew ê erka xwe ya bipêşvebirina aştiyê û piştgiriya pêşketinên li çar aliyên cîhanê biparêzin. Gelo Neteweyên Yekbûyî wê bibe şahidiyeke wisa ku ji detpêka avakirina xwe ve ya di sala 1945´an de, jinek were hilbijartin?

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Vê hefteyê, ji bo wergirtina cîgirtiya sekreteriya giştî ya Neteweyên Yekbûyî namzet hatin pêşkêşkirin.

Namzetan bal kişand ser piştgirî û xurtkirina rola rêxistinê.

Di sala bê de wê yek ji van namzetan bikeve şûna António Guterres.

Namzetên ku rikberiyê bi cîgirê sekreterê giştî yê niha Antonio Guterres re dikin, ev in:

Cîgira berê ya Kosta Rîkayê Rebecca Greenspan, seroka berê ya Şîliyê Michelle Bachelet, serokê berê yê Senegalê Macky Sall û rêveberê giştî yê niha yê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî Rafael Grossi.

Roja sêşem û çarşema vê hefteyê, diyalogên rûbirû bi namzetan re hatin kirin û li ser televizyona Neteweyên Yekbûyî zindî hatin weşandin.

Ev diyalog bi amadebûna nûnerên dewletên endam û civaka sivîl pêk hatin. 

Hemûyan soz da ku reformên rêxistinê yên ku beriya zêdeyî 80 salî di dawiya Şerê Cîhanê yê Duyem de hatine damezrandin, bidomînin.

Greenspan: "Ez ê her tim aştiyê biafirînim"

Cîgira berê ya Kosta Rîkayê Rebecca Greenspan, piştî ku dayik û bavê wê ji ber Şerê Cîhanê yê Duyem ji Ewropayê derketine, ji dayik bûye.

Ew bi xwe aborînas e û niha wekî sekretera giştî ya Konferansa Bazirganî û Geşepêdanê ya Neteweyên Yekbûyî (UNCTAD) kar dike.

Greenspan piştrast kir ku ew ê her tim di vê rêxistinê de aştiyê biafirîne û got:

“Ez ê xwe bigihînim her derê, berî ku pevçûn derkevin. Ez ê biçim deverên şer, bi her aliyî re biaxivim.

Ez ê bi Konseya Ewlekariyê û dewletên endam re bixebitim û di nava navbeynkaran de bim.

Parastina Neteweyên Yekbûyî îro tê wateya wêrekiya guhertina wê.”

Bachelet: Ez ê her tim li kêleka jinan bim

Namzeta din jî seroka berê ya Şîliyê Michelle Bachelet ye ku temenê wê 74 salî ye û berê wekî Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî kar dikir.

Di heman demê de siyasetmedarên Amerîkî bang li Koşka Spî kirin ku ji ber piştgiriya wê ya ji bo jiberbirina zarokan, li dijî namzetiya wê derkevin.

Michelle dema ku namzetiya xwe ji bo vê erkê ragihand, piştgiriya xwe ya ji bo mafên jinan tekez kir û wiha anî ziman:

“Ez ê her tim li kêleka jinan bim. Ez ê hewl bidim ku mafên jinan di rêxistina navneteweyî de misoger bikim.

Sall: Ez ê reforman bi rêya "rêveberiya hişk" bidomînim

Her wiha, namzet Macky Sall yê 64 salî, ji 2012'an heta 2024'an wek serokê Senegalê xebitiye.

Ew pisporê jeolojiyê ye û parêzvanê pêşkeftina Afrîkayê ye.

Macky di rûniştina roja çarşemê de diyar kir ku ew ê reforman bi rêya "rêveberiya hişk" bidomîne da ku hevrêziyeke çêtir di navbera ajansên Neteweyên Yekbûyî de peyda bike û wiha got:

“Niha dem hatiye ku bi çavkaniyên kêmtir encamên baştir werin bidestxistin.”

Ew jî bi armanca afirandina rêxistineke jinûvevejandî û karibe bibîne ku rojên wê yên geştir li pêş in.”

Grossi: Ez dixwazim NY mirovan ji belaya şer xelas bike

Di nav namzetan de Rafael Grossi yê Arjantînî ku temenê wî 65 salî jî heye.

Ew dîplomatekî tecrûbekar e ku di sala 2019'an de wek serokê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî dest bi kar kiriye.

Grossi li ber nûnerên welatên endam ên NY û civaka sivîl behsa reforma NY kir û wiha lê zêde kir:

“Ew di rêka rast de diçe, lê  tenê destpêk e.

Ez daxwaz dikim ku Neteweyên Yekbûyî vegere ser prensîbên xwe yên damezrîner, ew jî rizgarkirina mirovahiyê ji belaya şer e.”

Ev her 4 namzet ji bo heyama 5 salan ku carekê dikare were nûkirin, rikberiyê dikin.

Heta niha, hejmara namzetan ji sala 2016'an pir kêmtir e.

Hêjayî gotinê ye ku di 80 saliya rêxistinê de ti jinekê weke sekretera giştî ya Neteweyên Yekbûyî xizmet nekiriye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye