Kampanya ji hêla girtiyên siyasî yên li girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve hatiye destpêkirin, di hefteya 90’î de daxuyaniyek belav kir.
Kampanyayê ragihand ku di nava 20 rojên borî de 164 kes li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin
Di daxuyaniyê de da zanîn ku veguhestina girtiyên siyasî yên jin, ji bo girtîgeha Evînê dewam dike û bi tundiyê re rûbirû dimînin.
Her wiha diyar kir ku Jinên li dijî kuştina Sumeye Reşîd dest bi nerazîbûnê kirine, ji pêwîstiyên xwe yên bingehîn bê parin û rewşa wan gelek xirab e.
Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ bang li civaka navnetewî û azadîxwazan kir ku dijî darvekirinan xwedî helwest bin.