Trump û Pizîşkiyan peymana lihevkirinê îmze kirin

Duh êvarî Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan peymana bidawîanîna şerê li Rojhilata Navîn îmze kirin. Reşnivîsa peymana lihevkirinê ya di navbera Amerîka û Îranê de hat belavkirin. Li gorî reşnivîsa peymanê ya ku di çapemeniya Amerîkayê de cih girtiye, di navbera Amerîka û Îranê de belgeyeke têgihîştinê ya ku ji 14 xalan pêk tê, hatiye amadekirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Peymana lihevkirinê ji aliyê serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ve hat Îmzekirin.

Her wiha her yek ji cihekî cuda ev metna peymanê îmze kirine.

Pizîşkiyan li Îranê û Trump li Fransayê peyman îmze kirin

Mesûd Pizîşkiyan li Îranê û Donald Trump li Fransayê peyman Îmze kirin.

Duh êvarî Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ji dûr ve metna peymana bidawîanîna şerê li Rojhilata Navîn îmze kirin.

Reşnivîsa peymana lihevkirinê ya di navbera Amerîka û Îranê de hat belavkirin.

Peymana lihevkirinê ji 14 xalan pêk tê

Li gorî reşnivîsa peymanê ya ku di çapemeniya Amerîkayê de cih girtiye, di navbera Amerîka û Îranê de belgeyeke têgihiştinê ya ku ji 14 xalan pêk tê, hatiye amadekirin.

Di vê peymanê de mijarên wekî bidawîhatina şer, vekirina Tengava Hurmizê, kêmkirina cezayan û soza Îranê ya ji bo çênekirina çekên nukleerî cih digirin.

Li gor peymanê şer li tevahiya eniyan tê rawestandin

14 xalên reşnivîsê ev in:

1 - Komara Îslamî ya Îranê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ligel hevalbendên xwe yên di şerê heyî de, bi îmzekirina vê peymanê re bidawîhatina şer bi lez û daîmî li hemû eniyan (di nav de Libnan jî) radigihînin.

Ji niha û pê de alî soz didin ku li dijî hev ti çalakiyên neyarane nekin û ji bikaranîna hêzê yan gefa bikaranîna hêzê dûr bisekinin.

Peymana dawî dê biryarên vê xalê û xalên din teqez bike.

2 - Îran û Amerîka soz didin ku rêzê li serwerî û yekparçeyiya axa hev bigirin û midaxeleyî nav karên navxwe yên hev nebin.

3 - Îran û Amerîka soz didin ku di nav 60 rojan de (ku bi lihevkirina dualî dikare were dirêjkirin) dan û standinan bikin û bigihên peymana dawî.

Dorpêça deryayî ya li ser Îranê tê rakirin

4 - Piştî îmzekirina vê peymanê, Amerîka wê dorpêça deryayî rake, rê li ber her destwerdan an astengiyeke li dijî Îranê bigire û herî dereng di nav 30 rojan de çûn û hatina deryayî vegerîne asta berê.

Her wiha Amerîka soz dide ku piştî peymana dawî di nav 30 rojî de hêzên xwe ji deverên derdorê vekişîne.

5 - Bi îmzekirina vê belgeyê re, Îran wê ji bo ku çûn û hatina keştiyên bazirganiyê ya di navbera Kendava Besrayê û Deryaya Umanê de, di nav 30 rojî de vegere asta berî şer, gavên bilez bavêje.

Tengava Hurmizê bi temamî tê vekirin

Di vê çarçoveyê de rakirina astengiyên teknîkî û paqijkirina mayînan wê ji aliyê Îranê ve were kirin.

6 - Amerîka wê ligel şirîkên xwe yên herêmî planeke berfireh a ku her du alî li ser li hev dikin ji bo jinûveavakirina aboriya Îranê û bipêşketina wê amade bike û herî kêm 300 milyar dolarî ji bo vê dabîn bike.

Mekanîzmaya bicihanîna vê planê dê di nav 60 rojî de wekî parçeyekî ji peymana dawî were diyarkirin.

Cezayên li ser Îranê tên rakirin

7 - Amerîka soz dide ku li gorî salnameyeke ku dê di peymana dawî de li ser li hev were kirin, hemû cezayên li ser Îranê rake.

Ev biryarên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, biryarên Komîteya Birêvebir a Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) û hemû cezayên yekalî û dualî yên Amerîkayê li xwe digire.

Îran dest ji çêkirina çekên nukleerî berdide

8 - Îran ducare tekez dike ku ti carî wê çekên nukleerî çêneke.

Îran û Amerîkayê li hev kirine ku çarenivîsa uranyuma dewlemendkirî û pêdiviyên nukleerî yên Îranê û hemû mijarên din ên nukleerî di çarçoveya peymana dawî de werin nirxandin.

9 - Îran û Amerîkayê li hev kirine ku heta îmzekirina peymana dawî rewşa heyî biparêzin.

Li gorî vê, Îran wê rewşa bernameya xwe ya nukleerî neguhere, Amerîka jî wê cezayên nû nede ser Îranê û hêza xwe ya leşkerî li herêmê zêde neke.

10 - Amerîka soz dide ku piştî îmzakirinê û heta dema rakirina cezayan, ji bo hinartina petrola xav a Îranê, hilberên petrokîmyayê û hemû karên bank, sîgorta, veguhastin û xizmetguzariyên pêwendîdar, bê pirsgirêk rê bide vekirin.

11 - Amerîka soz dide ku li gorî bipêşveçûna dan û standinan, saman û pereyên Îranê yên hatine blokkirin serbest berde û bi temamî ji Îranê re bişîne.

Ev pere wê ji aliyê Banka Navendî ya Îranê ve werin bikaranîn û Amerîka dê destûr û rûxsetên pêwîst bide.

12 - Îran û Amerîkayê li ser avakirina mekanîzmayeke ku çavdêriya bicihkirina peymana dawî û pêbendbûna aliyan a li ser sozên xwe bike, li hev kiriye.

13 - Piştî îmzekirinê û bi taybetî piştgiriya li ser bicihanîna xalên 4, 5, 10 û 11`an û standina garantiyên li ser wan, Îran û Amerîka dê tenê li ser xalên din dest bi dan û standinên peymana dawî bikin.

Peyman ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya "NY" ve tê erêkirin

14 - Peymana dawî dê bi rêya biryareke mecbûrî ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî were pejirandin.

Bi vê peymanê re, tevahiya aliyên şer derbasî nav qonaxeke nû dibin.

Ew şerê ku di 28`ê Sibatê dest pê kiribû û di 8`ê Nîsanê de agirbest hatibû ragihandin, bi şerê 40 rojî hatibû naskirin, di vî şerî de herî zêde mûşek, dron û balafirên şer hatibûn bikaranîn û her dû aliyan gefa tunekirinê li hev dixwarin, lê dibe ku ev 14 xalên ku hatine nivîsandin, tevahiya wan mûşek û balafiran bêdeng bikin.

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye