Amerîka û Îsraîlê di 28ê Sibata 2026an de li dijî Îranê êrîşên hewayî dan destpêkirin û zirareke mezin dan Îranê.
Têkçûna dîplomasiya nukleerî, tirsa Amerîka û Îsraîlê ya ji bombeya nukleerî ya Îranê û dîtina qelsiya navxweyî ya Îranê bûn sedemên bingehîn ku her du welat operasyona mezin a esmanî bidin destpêkirin.
Ev şer, piştî sê meh û nîvan, bi peymaneke ku di 14ê Hezîranê de ji aliyê serokê Amerîkayê Donald Trump ve hat ragihandin, gihîşt qonaxeke nû.
Ev peyman bi navbeynkariya Pakistan û Qeterê pêk hat û biryar e ku di 19ê Hezîranê de ev peyman li Swîsreyê bi fermî bê îmzekirin.
Pêşengên dewleta Îranê hatin kuştin
Di navbera 28ê Sibatê û nîvê Hezîrana 2026an de, bîlançoya şer a leşkerî, mirovî û aborî metirsîdar e.
Şer bi derbên giran ên li ser pêşengên Komara Îslamî ya Îranê û binesaziya wê ya leşkerî dest pê kir, lê zirarên herî mezin gihîştin sivîlan û aboriya herêmê.
Di roja yekem a şer de di encama êrîşeke esmanî ya li ser baregeha Îranê ya li Tehranê de, Rêberê bilind ê Olî yê Îranê Elî Xamineyî hat kuştin.
Ligel wî, Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran Mohammad Pakpûr, Wezîrê Parastinê Azîz Nasirzade û Sekreterê Civata Parastinê Elî Şemxanî jî di heman êrîşê de hatin kuştin.
Bîlançoya kuştin û koçberiyê giran e
Li gorî daxuyaniyên nûnerên Îranê yên di Neteweyên Yekbûyî (NY) de, di encama bombebaranan de zêdetirî hezar û 500 sivîlan jiyana xwe ji dest dane ku di nav de êrîşeke ya li ser dibistaneke keçan li nêzî Minabê jî hebû û nêzî 150 zarokan jiyana xwe ji dest dabûn.
Di heman êrîşan de 12 hezar sivîl jî birîndar bûne.
Her wiha li Îranê nêzî 3 mîlyon û 200 hezar mirov ji cih û warên xwe bûn û ketine rêya koçberiyê.
Welatiyên Îranê, ji bajarên mezin ên wekî Tehran, Îsfahan, Şîraz û herêmên stratejîk ên leşkerî/enerjiyê, ber bi gund û navçeyên çiyayî yên ku rîska bombebaranê li wan kêmtir bû ve reviyan.
Her wiha di encama avêtina mûşekan û ketina helîkopteran de herî kêm 13 leşkerên Amerîkayê jî hatine kuştin.
Tê angaştkirin ku hêza leşkerî ya Îranê hê jî li ser xwe ye û tê texmînkirin ku tevî derbên giran jî, Îranê hîn ji sedî 70ê embara xwe ya mûşekan û rampayên avêtinê parastiye.
Girtina Tengava Hurmizê bandora herî mezin a li ser aboriya cîhanê bû
Bandora herî mezin a vî şerî li ser aboriya cîhanê û herêmê, girtina Tengava Hurmizê bû.
Ev tengav ku ji sedî 20ê neft û gaza cîhanê tê re derbas dibe, ji aliyê Îranê ve hat girtin.
Piştî girtina tengavê, bihayê neftê di asta cîhanê de zêde bû. Ji bo rûbirûbûna vê krîzê, Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA) neçar ma ku 400 mîlyon bermîl neft ji rezervên xwe yên stratejîk derxe bazarê da ku bihayê sotemeniyê daxîne.
Piştî ragihandina peymana Trump a vê dawiyê, bihayê neftê yekser 4 dolar li ser her bermîlekê ket.
Amerîkayê wekî bersiv, herêmên behrê û benderên Îranê xistin bin dorpêçeke giran a deryayî.
Welatên kendavê yên wekî Behreyn, Kuweyt, Qeter û Îraq yên ku tu rêyeke din a deryayî ji bo firotina neftê nînin, di warê aborî de zirarên pir mezin dîtin.
Di encama vê dorpêçê de Îran rû bi rûyê krîzeke aborî ya rûxîner û enflasyoneke bêpîvan bûye û di êrîşan de jî binesaziya wê ya enerjiyê û parastinê gelek zirar dîtine.
Îran qebûl dike ku di nava 30 rojan de Tengavê Hurmizê veke
Peymana ku di 14ê Hezîranê de hat ragihandin û ev sê roj in li ser tê axaftin, di bingeha xwe de şer radewestîne û herêmê vedigerîne rewşa beriya 28ê Sibatê.
Lê di vê peymanê de hin xalên girîng hene.
Îran qebûl dike ku di nava 30 rojan de Tengavê Hurmizê ji mayînan paqij bike û ji bo keştiyên bazirganiyê vebike.
Her çend hinek çavkaniyên Îranê dibêjin ew dixwazin piştî 60 rojan bacan bispêrin ser keştiyan jî, Trump diyar kir ku derbasbûna keştiyan dê “bêbac” be.