Hevpeyaman NATO-nakokiyên Amerîkî-Ewropî û metirsiya dabeşbûnê

Hevpeymana Atlantîka Bakur NATO rûbirûyî demeke rastiyê ye. Ev pirs bi tundî li korîdorên Brukselê û paytextên Ewropî tê dubarekirin. Di navbera zextên Waşingtonê yên ji bo zêdekirina lêçûnên leşkerî û redkirina Ewropî de, xuya ye ku NATO ji dema damezrandina xwe ve, di yek ji qonaxên herî metirsîdar ên dabeşbûnê de, dijî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Nakokiyên di nava NATO`yê de, êdî ne tenê cudahiyên nêrînan in, lêbelê ew veguherîne şikestinên kûr ên ku yekîtiya sîwana Atlantîkê tehdît dikin.

Dane behsa guhertineke bingehîn dikin.

Di rapora xwe ya salane ya ku Adara 2026`an hat weşandin de, Sekreterê Giştî yê NATO`yê Mark Rutte eşkere kir ku di sala 2025`an de ji sedî 20 zêdebûneke dîrokî di lêçûnên leşkerî yên hevalbendên Ewropî û Kanadayê de pêk hat ku giştî lêçûn gihîştiye 574 milyar dolarî.

Ev cara yekem e ku hemî welatên endam 2% ji hilberîna xwe ya navxweyî ya giştî derbas dikin û navgîna lêçûnê gihîşt ji sedî 2.77`an.

Lê vê yekê ji bo razîkirina Washingtonê têrê nekir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, di daxuyaniyên tûj ên destpêka Nîsana îsal de, hevalbend bi tundî rexne kirin, ji ber redkirina wan a beşdarbûna di operasyonên leşkerî yên li Tengava Hurmuzê de.

Donald Trump got:

"NATO îdîa kir ku ew ê ji bo ewlekirina Tengava Hurmuzê alîkariyê pêşkêş bike, lê êdî em ne hewceyî wan in.

Dewletên Yekbûyî dê tenê barê parastina navîgasyona navneteweyî hilnegire, dema ku yên din tenê temaşe dikin."

Li hemberî vê, Parîs, eniya redkirinê bi rê ve dibe û li ser prensîba "xweseriya stratejîk" israr dike.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron, di axaftineke xwe ya di Sibata 2026`an de, bi zelalî tekez kir:

"Divê Ewropa girêdana xwe ya ewlehiyê bi Dewletên Yekbûyî re kêm bike.

Ewlehiya me nikare bibe rehîneya guhertinên siyaseta Washingtonê.

NATO hevpeymaneke berevaniyê ya herêmî ye, ne amûreke ku ji bo destwerdana di pevçûnên cîhanî de ye ku xizmeta berjewendiyên parzemînê nakin."

Di navbera van her du polan de, Sekreterê Giştî yê NATO`yê Mark Rutte hewl dide ku darê ji nêvî ve bigire.

Rutte, ku li jêr zextên Amerîkî, hevalbend neçarî zêdekirina budçeyan kir, hişyarî da ku her şikestinek di 'hevgirtina Atlantîk' de dibe ku dijberan li Moskow û Pekînê bikişîne ku hêza hevpeymanê biceribînin.

Sekreterê Giştî yê NATO`yê di rapora xwe ya dawî de, got:

"Me pêşketineke girîng bi dest xistiye û NATO`yê îro ji her demê bihêztir e, lê yekîtiya me, çeka me ya herî bihêz e.

Her dabeşbûnek li ser erkên li derveyî çarçoveya asayî, divê bi diyalogê were çareserkirin, ne bi tehdîdan."

"Di navbera daxwazên Amerîkî û fikarên Ewropî de, NATO li ser rêyeke dîrokî ye.

Gelo dîplomasî dê bi ser bikeve, yan em ê şahidê destpêka dawiya hevpeymana leşkerî ya herî bihêz a dîroka nûjen bin?"

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye