Berî 94 salan, zanayekî Kurd destê xwe avêt pênûsê.
Hêvî, xewn, xwestek, nerîn, derd û kulên neteweyekê bi rêya Hawara xwe ya ku 12 salan dirêj dike, tîne ziman.
Yekem hejmara Kovara Hawarê di 15ê Gulanê, sala 1932`an de li bajarê Şamê tê çapkirin.
Celadet Bedirxan xwedî û berpirsê kovara Hawarê bû
Xwedî û rêveberê wê yê berpirsiyar Mîr Celadet Alî Bedirxan bû.
Hejmara yekem bi nivîseke Mîr Celadet hatiye destpêkirin, ew jî li jêr navê (Armanc, Awayê xebat û nivîsandina Hawarê).
Têde hatiye ku ziman şertê heyînê yê pêşîn e, lewra Hawar zimanê Kurdî dide naskirin.
7 xal weke bingeha karê kovara Hawarê hatibûn danîn
Di vê nivîsê de, 7 xal weke stratejya kar hatine destnîşankirin.
Ew jî, belavkirina Alfabeya Kurdî, nasandina zaravayên Kurdî, berhevkirina çîrok, wêje û stranên Kurdî, çapkirin û belavkirina dîwanên Kurdî, lêkolînkirina dîlan û govendan, kar û pîşeyên di nav Kurdan de têne kirin û nasandina dîrok û erdîngariya Kurdistanê ne.
Di hejmara yekem de bi tenê 3 nivîskar hebûn
Di hejmara yekem de, bi tenê 3 nivîskar hebûn, ew jî Celadet û birayê wî Dr. Kamîran û Qedrîcan bûn.
Di vê hejmarê de, bi Kurdî, Erebî, Tirkî, Farisî û Fransî nivîs hene, her wiha Kurdiya wê jî bi herdu rênivîsên Latînî û Erebî hatiye nivîsandin.
Celadet Alî Bedirxan di yekem nivîsa xwe ya hejmara yekem de dide diyarkirin ku Hawar zarokeke nûza ye, zarwa Kurdan e, wek her zarokekê bi xweyîtiya dê û bav, bira û pismamên xwe dikare bijî. Her kes, her Kurdek dikare alîkariya Hawarê bike.
Mîr dibêje kes mebêje ez mirovekî reben û nekêrhatî me, her kes bi awayekî, dikare bê hawara Hawarê.
Bi tenê 57 hejmar derketin
Hawar rêwîtiya xwe bi 57 hejmaran diqedîne, roja derxistina yekem hejmara wê, dibe Cejna Zimanê Kurdî, hejmara wê ya herî dawî jî di 15`ê Tebaxa sala 1943`an de tê çapkirin.
Peyvên destpêkê yên hejmara yekem ên Celadet niha jî tên jiyankirin.
Mîr berî 94 salan nivîsiye:
Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwenasîn e, her kesê xwe nas dike, dikare xwe bide naskirin