Guherîna neyînî ya avhewayê, bandora xwe li cotkarên qehweyê yên Yemenî kir.
Cotkarên qehweyê ev demeke dirêj e bi kêmbûna baranê û guhertinên demsalî re têdikoşin.
Dema ku darên qehweyê herî zêde hewceyê avê bûn baran nebariya.
Piştî hişkesaliyê bi mehan li Taizê, li başûrê rojavayê Yemenê baranên ku demeke dirêj li bendê bûn, di dawiyê de hat.
Dema ku dendikên qehweyê vedibin, cotkar hêvî dikin ku baran têr û domdar be.
Derbarê kirîza avhewayê de cotkara bi navê Kabul Ibrahim wiha got:
"Îsal baran dereng ma.
Dema ku darên qehweyê herî zêde hewceyî avê bûn, ax hişk bû, ji ber vê yekê dendikên qehweyê bi rengek normal şîn nebûn."
Her wiha cotkar Saud Farî jî diyar kir ku ji ber hişkbûna darên qehweyê berhemên wan têk çûne.
Li Yemenê qehwe hê jî bi rêbazên kevneşop tên çandin
Li gorî raporek FAO'yê ya sala 2025’an, qehwe li Yemenê nêzîkî 34 hezar û 981 hektar tê çandin.
Qehwe ji sedî 6’ê tevahiya hinardekirina çandiniyê ya Yemenê pêk tîne û bi rêbazên kevneşopî yên li ser bingeha ava baranê, bi giranî li herêmên çiyayî tên çandin.
Lê belê têkçûnên di şêwazên baranê de, demên hişk ên dirêjtir û germahiya bilind bandoreke giran li ser hilberînê kiriye.
Li gorî rapora FAO’yê, hin cotkar neçar mane ku berê xwe bidin berhemên xeteriya wan kemtir in.
Divê cotkar rêbazên çandiniyê yên domdar peyda bikin
Lê li gorî raporeke Platforma Zanistên Çandiniyê jî, hişkesalî û germahiyên zêde deverên çandiniya qehweyê, hilberîn û kalîteyê kêm dikin.
Di dawiyê de raporê tekez kir ku pêwîst e cotkar berê xwe bidin rêbazên çandiniyê yên domdar, pergalên avdana dilop û cureyên din yên berxwedêr ên li hember hişkesaliyê.