Peymana Amerîka û Îranê ji aliyê gelek welatan ve hat pêşwazîkirin

Piştî ragihandina Îmzekirina peymanekê di navbera Amerîka û Îranê de, ji aliyê gelek welatan ve hat pêşwazîkirin. Gelek welatan li ser wê yekê li hev kirin ku îmezekirina peymananê pencereyeke nû ji bo aramiya herêmî vedike.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Niha rojeva her çar aliyên cîhanê peymana di navbera Amerîka û Îranê de ye.

Lihevkirina di navbera Îran û Amerîkayê de ya bi armanca bidawîkirina şerê li Rojhilata Navîn û jinûve vekirina Tengava Hurmizê, di qada herêmî û navneteweyî de hat pêşwazîkirin.

Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres lihevkirina Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê pêşwazî kir û wek “gaveke girîng ber bi çareseriyeke aştiyane ya şer ve” nirxand.

Brîtanya, Fransa, Almanya û Îtalyayê jî bi daxuyaniyeke hevbeş de xwestin ku destûr neyê dayîn ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe û diyar kirin ku ji bo pêkanîna vê yekê ew amade ne bi Washington, Tehran û Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî re bixebitin.

“Lihevkirin pencereyeke nû ji bo aramiya herêmî vedike”

Awisturya û welatên Ewropayê yên navborî destnîşan kirin ku lihevkirin pencereyeke nû ji bo aramiya herêmî vedike.

Di heman demê de xwestin ku bendên lihevkirinê bi lez pêk werin û  azadiya trafîka li Tengava Hurmizê were mîsogerkirin û dosyayên nukleerî û mûşekên Îranê werin çareserkirin.

Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen û serokê Konseya Ewropayê Antonio Costa diyar kirin ku bicihanîna lihevkirinê û vekirina tengavê ji bo aramiya aboriya cîhanê pêşîniyek e.

Ursula von der Leyen û Antonio Costa anîn ziman ku Yekitiya Ewropayê amade ye beşdarî hewldanên pêkanîna aştiya domdar li herêmê bibe.

“Lihevkirin wê ewlehiya aboriya cîhanî xurt bike”

Awistralya, Zelandaya Nû û Japonyayê piştgiriya xwe bi lihevkirinê re ragihandin û destnîşan kirin ku lihevkirin wê bibe wesîleya aramkirina aloziyan û ewlehiya aboriya cîhanî xurt bike.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bang li hemû aliyan kir ku ji her gav an daxuyaniyên ku dibe sedema astengkirina pêşdebirina lihevkirinê dûr bisekinin.

“Lihevkirin gaveke dîrokî ber bi aştiyê ye”

Çînê piştgirî da lihevkirinê û pesnê hewldanên navbeynkariyê yên bi serokatiya Pakistanê da.

Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf jî lihevkirin wekî "gaveke dîrokî ber bi aştiyê ve" pênase kir.

Erebistana Siûdî piştgirî da lihevkirinê û hêvî kir ku bibe sedema lihevkirineke mayînde ku berjewendiyên ewlehiyê yên welatên Kendavê li ber çavan bigire û azadiya navîgasyona li Tengava Hurmizê biparêze.

Misrê jî lihevkirin wekî "xaleke werçerxê ber bi xurtkirina baweriyê û avakirina bingehên nû ji bo hevkariyê û aştiyê li herêmê" nirxand.

Urdunê jî lihevkirin wek "gaveke girîng ber bi vegerandina ewlehî û aramiya herêmî û navneteweyî ve" bi nav kir.

Joseph: Lihevkirin derfetek ji bo bidawîanîna şerê bi Îsraîlê re ye

Serokkomarê Libnanê Joseph Aoun jî der barê mijarê de got ku lihevkirina Amerîka-Îranê wekî derfetek ji bo bidawîanîna şerê bi Îsraîlê re û vekirina qonaxeke nû ji bo îstîqrar, başbûn û ji nû ve avakirinê li Libnanê ye.

Nêçîrvan Barzanî hêvî kir ku lihevkirin bi niyeteke baş were bicihanîn

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hêvî kir ku lihevkirin bi niyeteke baş were bicihanîn da ku ewlehî û îstiqrara herêmî xurt bike.

Wezareta Karên Derve ya Îraqê jî lihevkirin pêşwazî kir û diyar kir ku Bexda piştgiriyê dide hewldanên xurtkirina diyalogê û çareseriyên diplomatîk.

Wezaretê her wiha hêvî dike ku lihevkirin di xurtkirina ewlehî û aramiya herêmî de bibe alîkarî.

Wezaretê pesnê navbeynkaran da ku ji hêla Pakistan û Qeterê ve hatin birêvebirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye