Li gorî Wezaretê, dîroka vî bazinî vedigere serdema Qiral Amînîmop, fîrewnekî ku 1000 salan berî zayînê li Misrê hukum kiribû .
Wezaretê diyar kir ku pêşesazekî sererastkirina parçeyên kevneşopî, ev bazin dizî û bi 3 hezar û 735 dolaran firot zêrîngerekî.
Pişt re jî, wî kesî bazin bi 4 hezar û 25 dolaran firot bazirganekî qalibê zêr û bazin bi zêrên din re hat helandin.
Wezareta Karên Navxweyî ya Misrê her çar kes girtin û pere jî desteser kirin û diyar kir ku dê li dijî wan tedbîrên yasayî werin girtin.
Muzexaneya Misrê li Qahîreyê, muzexaneya arkeolojîk a herî kevin a Rojhilata Navîn e. Zêdetirî 170,000 berhemên dîrokî tê de hene.