Li welatên Ewropa û Emerîkaya Latînî çalakî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatine lidarxistin.
Di çalakiyan de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin, hat diyar kirin ku fikirê Modernîteya Demokratîk a Rêber Apo hêza têkoşînê dide gerdûnê.
Ev çalakî bi piştgiriya ciwanan hate lidarxistin, modeleke civakî ya ekolojîk, demokratîk û azadîxwaz hatin nîşandan.
Komîteya kampanyayê di salvegera 27'emîn de çalakiyên nû plan kirine
Komîteya kampaniyayê diyar kirin ku di rojên pêşî de wê çalakî berdewam bikin û dan zanîn ku bi boneya salvegera 27'emîn a komploya navneteweyî, çalakiyên nû têne plankirin.
Komîteyê got: "Azadiya Abdullah Ocalan û bi hezaran girtiyên siyasî, ji bo pêvajoya aşitiyê ya Rojhilata Navîn pêngaveke gelekî girîng e."
Li Swêdê civîna çapemeniyê û kampanyaya afîşan
Afîşên ku ji aliyê Akademiya Modernîteya Demokratîk a Stockholm ve hatiye amadekirin li seranserî bajêr hatine daliqandin.
Endamê Parlementoya Swêdê Daniel Riazat û piştevanê têkoşîna gelê Kurd Ann Margarey Livy beşdarî civîna çapemeniyê bûn.
Di civînê de pêvajoya hiqûqî ya li Ewropayê û rola çareseriya aştiyane ya Swêdê nirxand.
Li Îtalyayê konsereya gerok li dar xistin
Ciwanên Îtalyayê li kolanan çalakiyên konsera gerok a şîroveyên gel li ser gotinên Rêber Apo cih digirin, li dar xist in.
Di mitîngê de banga serbestberdana Rêber Apo hate dubarekirin.
Li Meksîkayê bernameya radyoyê
Li Meksîkayê Radyoya nûjenkirin analîzeke bi navê "Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û Çareseriya Rêya Sêyemîn" weşand.
Piştevaniya azadîya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka kurdî
Li Spanyayê sendîkayên bi navê Konfederasyona Navnetewî Valensiya Intersindical peyamên piştevaniyê yên têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya siyasî ya ji pirsgirêka Kurd re dan.
Li Kolombiyayê pirtûkên Rêber Apo hatin xwendin
Li paytextê Kolombiyayê Bogotayê jî aktîvîstan li kolanan ji pirtûkên Rêber Apo hin beş xwendin û standên agahdarkirinê danîn.
Li Sao Pauloyê ji bo azadiya Rêber Apo çalakî
Li bajarê Sao Paulo yê Brezilya di salvegera duyemîn a kampanyaya navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Apo tê meşandin de çalakiyek hate lidarxistin.