Nûnerê Rêveberiya Xweser bi Cîgirê Serokkomarê Ugandayê re civiya

Nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Afrîkaya Bakur ku beşdarî Kongreya Meclisa Ciwanên Erebî û Afrîkyayî bûye, bi cîgirê serokkomarê Ugandayê re hevdîtin kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê li Afrîkyaya Bakur Hikmet Îbrahîm ku ji aliyê hikumeta komara Ugandayê ve hat vexwendin, beşdarî Kongreya Meclisa Ciwanên Erebî û Afrîkyayî bûye.

 

Kongre hemwextî pîrozbahiyên Roja Serxwebûnê ya Ugandayê dewam dike.

 

Di navbera kongreyê de, Hikmet Îbrahîm û cîgirê serokkomarê Ugandayê Edward Squard hevdîtin kir. 

 

Di hevdîtinê de, rewşa Sûriyê û ya herêmî gotûbêj kirin.

 

Her wiha rola ciwanan di avakirina welat û pêkanîna yekîtî û pêşxistinê de vegotin.

 

Îbrahîm destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser hewil dide bi beşdariya tevahiya Sûriyeyan, modeleke demokratîk li Sûriyê ava bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye