Di daxuyaniya zanîngehan de hate diyarkirin ku ji ber ew naxwazin tu xwendekarder derveyî hevyazbariyê bimînin, bi taybetî xwendekarên ku bawernameyên Hikûmeta Şamê bi dest xistine ji ber heta niha hîn belgeyên xwe wernegirtine, lewma dema tomarkirina hevyazbariyê hat dirêjkirin.
Meclîsa zanîngehan destnîşan kir ku xwendekar ji bo karibin zêdetir cihên xwe di zanîngehan de bigirin wan dema tomarkirinê dirêj kiriye.
Dema tomarkirina xwendekaran wê ji 8'ê îlonê dest pê bike û di 25'ê îlonê de, wê bi dawî bibe.
Ji bo tomarkirinê divê xwendekar kopîyek ji dîplomaya xwe ya mohrkirî bi xwe re bibe.