Li Sûdanê şerê di navbera artêşa welat û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de berdewam dike.
Her du aliyên şer bi kuştina sivîlan hevdu sûcdar dikin û dixwazin bi rêbaza şîdetê biçin encamê, ji bo wê jî ti hewldanên siyasî û doplomatîk nînin.
Li herêmên Kordofanê ya Sûdanê, di nav hefteyekê de, 2 caran dronên Bayraktar Akanci ya Tirkiyê hatin xistin.
Hêzên Piştgiriya Lezgîn ragihand ku droneke Bayraktar Akanci ya çêkirî ya Tirkiyê li herêma El-Xawî ya eyaleta Kordofana Rojava xistine xwarê.
Hêzên Piştgiriya Lezgîn artêşê bi hedefgirtina deverên niştecih tawanbar dikin û êrîşê wekî binpêkirina qanûna navneteweyî bi nav dikin.
Hêzên Piştgiriya Lezgîn li eniya Kordofanê droneke cûreya Bayraktar xist û vîdyoyek ku dîmenê drona kavil bûye nîşan dide parve kir.
Li Sûdanê ji ber pevçûnekê 7 kes hatin kuştin
Niştecihên taxên Nesr û Ebû Şûk eşkere kirin ku Hêzên Piştgirya Lezgîn herêmên niştecihbûnê topbaran kirin, di encamê de 7 kes hatin kuştin û zêdetirî deh kesên din jî birîndar bûn.
Çavkaniyên bijîşkî yên li Nexweşxaneya Siûdî ya li El Faşer piştrast kirin ku nexweşxaneyê hejmarek nexweşên birîndar wergirtiye û hin birîndar rewşa wan pir giran e.
13 milyon zarokên Sûdanê ji dibistanê bêpar mane
Analîzek nû ji aliyê Save the Children, rêxistineke perwerdehiyê ya cîhanî ve, nîşan dide ku ji 17 milyon zarokên Sûdanê yên di temenê dibistanê de, nêzîkî 13 milyon ji dibistanê bêpar in, ku ev yek ji krîzên perwerdehiyê yên herî xirab ên cîhanê ye.
Save the Children diyar kir ku nêzîkî 7 mîlyon zarok li dibistanan hatine tomarkirin, lê 6 milyon zarokên din jî, nehatin tomarkirin, ji ber şer, rewşa ne aram, pirsgirêkên cihbûn û kampan nikarin biçin dibistanê.