Eraqçî: Embarên uranyûma dewlemendkirî ya Îranê di bin kavilan de ne

Îranê careke din peymana hevkariyê bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî re îmze kir. Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî destnîşan kir ku embarên uranyûma dewlemendkirî ya Îranê 'di bin kavilan de ne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di 13'ê Hezîrana 2025'an de, şerê Îsraîl û Îranê dest pê kir. Di pêvajoya vî şerî de Îsraîlê cihên nuklerî yên Îranê bombebaran kirin, di encam de gelek kes hatin kuştîn û birîndar bûn.

Îranê, piştî êrişên îsraîlê karê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî sekinand, lê berya demekê, ji nû ve peyman di navbera her du aliyan de hat îmzekirin.

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku hemû materyalên Îranî, di bin xirbeyên tesîsên hatin bombebarankirn de ne û destnîşan kir ku Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê nirxandinek li ser rewş û gihîştina van materyalan dike, da ku raporekê pêşkêşî Encumena Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê bike.

 

Eraqçî: Peymana nû rê dide ajansa IAEA, da ku vekolînan bike

 

Îranê 9'ê mehê ji bo hevkarî ji nû ve dest pê bike, bi Rêveberê Giştî yê IAEA Rafael Grossi re peymanek îmze kir.

Eraqçî da xuyakirin ku bi şertê erêkirina Encumena Bilind a Ewlekariya Neteweyî, ev peyman rê dide ajansa IAEA vekolînan bike. 

Eraqçî piştrast kir ku ev peyman cudahîyê dixe navbera tesîsên ku di dema şer de hatine bombebarankirin û yên ku nehatine dest lê dan, wek stasyona nukleerî ya Buşehrê li başûrê welêt.

Grossi destnîşan kir ku peyman raporkirina mecbûrî ya hemû tesîsên ku rastî êrîşê hatine, tevî materyalên nukleerî yên tê de, ferz dike.

 

IAEA: Stokê uranyuma %60 dewlemendkirî zêde bûye

 

Ajansa IAEA, di destpêka Îlonê de ragihand ku stoka uranyuma dewlemendkirî ya %60 a Îranê, di 13'ê Hezîranê de, roja ku êrîşa Îsraîlê dest pê kir, gihîştiye 440.9 kîlograman, ku ev ji 17ê Gulanê 32.2 kîlogram zêdetir e.

Li gorî ajansê, Îran tekane dewleta bê navokî ya cîhanê ye, ku uranyûmê heta %60 dewlemend dike, asteke nêzîkî %90ê ya pêwîst ji bo karanîna leşkerî.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24