Li gorî nûçeyên ku di medyaya xwendekaran de hatine weşandin, li Îranê xwendekara beşa jimaryariyê ya 23 salî Necmeh Emînî ji ber ‘çalakiya operasyonel a li dijî ewlehiya neteweyî’ bi 12 sal, 6 meh û rojekê, cezayê girtîgehê hat cezakirin.
Her wiha aktivîsta Azerbeycanî Sîma Elîpûr, ligel çar aktivîstên din, ji bo şaxa sêyemîn a Dadgeha Şoreşê ya Tebrîzê hatin gazîkirin
Rêxistina mafên mirovan belav kir ku li gorî agahiyên elektronîkî yên li ser pergala SANA hatine weşandin, divê Sîma Elîpûr û çar aktivîstên din, di 1’ê îlona 2026’an de, ji bo dîtina danişînê, li Dadgeha Şoreşê ya Tebrîzê amade bibin.
Ev her pênc aktivîst bi sûcên propagandaya li dijî dewletê, têkdana raya giştî û amadekirina belgeyên sexte yên dewletê, tên sûcdarkirin.