5 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Lahûr Şêx Cengî hate birîn. Her wiha 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li birayê wî Polat Şêx Cengî û 2 sal cezayê girtîgehê jî li Rêbiwar Hamî Hacî Xalî hatiye birîn.
Her du girtiyên ku biryara berdana wan hatiye dayîn navên wan wiha ye şofêr Umer Şêxe û Bexçevan Keywan Mihemed in.
Di 22`yê tebaxa sala 2025`an de, Hêzên Ewlehiyê yên ji Yekîneyên Dijîteror, Asayîş û Komandoyê, Otela Lalezarê ya li Silêmaniyê ku Lahûr Şêx Cengî li gel hinek berpirsên partiya wî (Eniya Gel) û parêzvanên xwe lê diman xist bin dorpêçê.Di encama operasyonê de Lahûr Şêx Cengî, birayê wî Polat Şêx Cengî û parêzvanên pê re hatin desteserkirin.