Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Akin Gurlek, beşdarî merasîma vekirina "Dibistana Siyasetê" ya li Zanîngeha Stenbolê bû û gotarek pêşkêş kir.
Akin Gurlek, di gotara xwe de bal kişand ser pêwîstiya guherîneke bingehîn a di destûra Tirkiyê de.
Her wiha destnîşan kir ku destûr ne tenê çarçoveyek e ji bo birêvebirina dewletê ye û wiha lê zêde kir:
"Peymaneke yasayî û exlaqî ya di navbera gel û dewletê de heye."
Akin Gurlek: Destûra niha bersivê nade daxwazan
Akin Gurlek di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku destûra niha nikare bersivê bide û wiha got:
"Di wê xala ku em îro gihîştinê de, mixabin destûra me ya niha êdî bersivê nade daxwazan û nikare li gorî pêkhateya bipêşketî ya civakê bimeşe."
Akin Gurlek: Armanca wezaretê maf û azadiya gelan e
Gurlek her wiha 2 armancên sereke yên wezareta xwe ji bo paşerojê eşkere kirin û got:
''Armancên sereke yên wezaretê ya yekem avakirina Tirkiyeke aram û "ji terorê paqijkirî" ye.
Ya duyem jî pêşkêşkirina destûreke nû ye ku garantiya hemû maf û azadiyan bide gel.''
Her wiha wî anî ziman ku wekî Wezîrê Dadê berpirsyariya wî ew e ku pergaleke dadê ku gihîştbar ava bike û bêyî derengî karên welatiyan bide meşandin.
Akin Gurlek: Guhertina destûrê bi rêkarên yasayî ve girêdayî ye
Herî dawî Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Akin Gurlek tekezî li ser serweriya yasayê û parastina azadiyên welatiyan kir û got ku pêvajoya guhertina destûrê ya li Tirkiyê di parlamentoya ku ji 600 kursiyan pêk tê de, bi van rêkarên yasayî ve girêdayî ye:
'Ji bo pêşniyarkirina sererastkirinê yan jî destûreke nû pêwîstî bi îmzeya 200 parlamenteran heye.
Ji bo birina destûrê ya referandumê pêwîstî bi dengên 360 parlamenteran heye.
Ji bo pesendkirina rasterast a bêyî referandumê pêwîstî bi dengên 400 parlamenteran heye.''