Ev demeke dirêje ku şer û pevçûn li Xezeyê rûdide. Gelek hewldan hebûn da ku ev şer were sekinandin û di 9ê Cotmehê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku nûnerên Îsraîl û Hamasê, di encama danûstandinên Misrê de, li ser qonaxa yekem a plana aştiyê li hev kirin.
"Lûtka wê şerê Xezeyê bidawî bike"
Serokatiya Misrê eşkere kir ku armanca lûtkeyê, bidawîanîna şerê li Şerîda Xezeyê, zêdekirina hewldanên ji bo bidestxistina aştî û aramiyê li Rojhilata Navîn, vekirina rûpelek nû ji ewlehî û aramiya herêmî û berdana rehînên Îsraîlî û girtiyên Filistînî ye.
Trump: Pêşeroja şerîda Xezeyê wê were nîqaşkirin
Ji aliyê xwe ve, serokê Amerîka Donald Trump diyar kir ku wê li pêş Knesseta Îsraîlê gotarek pêşkêş bike û piştre wê bi çend rêberan re bicive, da ku li ser pêşeroja Şerîda Xezzeyê nîqaş bike.
"Serokên Konseya Ewropî wê beşdarî lûtkayê bibin”
Hikûmetên Fransa, Spanyayê, Îtalya, Almaniya, Tirkiye, Urdun û Brîtanyayê ragihandin ku ew ê beşdarî lûtkeya navneteweyî ya li Şarm el-Şêx bibin.
Berpirsekî Yekîtiya Ewropî tekez kir ku Serokê Konseya Ewropî Antonio Costa, wê roja duşemê beşdarî lûtkeya aştiyê ya Şarm el-Şêx li Misrê bibe.
Hossam Badran: Hemas beşdarî pêvajoya îmzekirinê nabe
Li aliyekî din, endamê buroya siyasî ya tevgera Hemasê Hossam Badran, da zanîn ku Hemas beşdarî pêvajoya îmzekirinê nabe, lê ji bo çareserkirina pevçûnan, ew bi navbeynkarên ji Qeter û Misrê re danûstandinan dike.
Nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî, destnîşan kir ku ti berpirsên Îsraîlî beşdarî civîna Misrê ya li ser Xezeyê nabin.
"Hamas wê bi ti awayî beşdarî qonaxa veguhêz nebe"
Çavkaniyekî ji Hemasê da xuyakirin ku Hamas wê bi ti awayî beşdarî qonaxa veguhêz nebe, lê ew hêmanek girîng a tevna Filistînî dimîne.
Reuters: Bi hezaran Filistînî li malên xwe yên vala
Ajansa Ruters jî ragihand ku roja Şemiyê, bi hezaran Filistînî yên li bakur li perava Xazeyê kom bûn, bi peya, bi erebeyan malên xwe yên vala vedigerin.
Li gorî peymanê, Hemas wê 47 rehîneyên mayî yên li Xezeyê berde û termê rehîneyekî ku di sala 2014an de hatiye girtin, wê teslîm bike.
Li beramberî vê yekê, Îsraîl wê 250 girtiyên Filistînî yên ku cezayê muebbetê distînin û 1700 niştecihên Xezeyê yên ku ji destpêka şer ve hatine girtin, berde.