Li gorî agahiyan, duh êvarê komeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Rûta yê girêdayî navçeya Mabata bi ser mala şêniyê bi navê Sebrî Mecîd Nasan ve girtin.
Çeteyan piştî ku zêr û pereyên malbatê dizîn, Sebrî Nasan û hevjîna wî Zeyneb revandin.
Li Laziqiyê dayika 4 zarokan hat revandin
Di heman demê li Laziqiyê ji duh bi şev ve, dayika 4 zarokan a bi navê Semer Îsmaîl piştî ji mala xwe derdikeve, li ser rê hat revandin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, Semer a 40 salî bêyî telefonê derket, dema malbatê xwest pê re peywendiyê bike, hat zanîn ku ew hatiye revandin.
Li gundewarê Humsê ciwanek hat kuştin 2 kes jî birîndar bûn
Her wiha îro sibehê li gundê Danha yê li gundewarê rojavayê Humsê komeke çekdar ji bo diziyê bi ser malekê girtin, di encamê de ciwanek hat kuştin û 2 kes jî ji heman malbatê birîndar bûn.