Partiyê îro bi boneya salvegera Şehadeta Hevrîn Xelef li Hola El Erd Seîda a li Reqayê "Festîvala Aştiyê ya Hevrîn" da destpêkirin.
Nûnerên Rêveberiya xweser,meclisên leşkerî,siyasî û sivîl, endamê rêxistinê jinan û ciwanan beşdarî festîvalê bûn.
Hevserokê Partiyê Sûriya Pêşerojê Kewser Doko got: "Hevrîn ne tenê siyasetmedarek an endezyarek sivîl bû, lê endezyarek azadî û aştiyê bû."
Di festîvalê de dayîka şehîd Hevrîn Xelef Sûdad Mistefa, Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk Leyla Qereman Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn û nûnerên saziya Rêveberiya xweser wê axaftinan pêşkêş bikin.