Ev girtî ji sala 2021’ê ve ji aliyê Dadgeha Dihokê ve, ji ber pirsgirêkeke bazirganiyê ya digel hevparê wî, 5 sal ceza lê hatibû birrîn.
Ew zewicî ye û bavê du kur û sê keçan e.
Ew vê serkeftina xwe û çêkirina ferhengê wekî berhema piştgirî û keda malbata xwe dibîne.
Welatiyê bi navê (W) digel bidestxistina bawernameya doktorayê, ferhengek bi navê (Jîhan) ku ji 1500 rûpelan pêk tê, nivîsandiye.
Ferheng bi hersê zimanên (Kurdî, Erebî û Îngilîzî) ye; beşa Kurdî jî zaravayên Soranî û Behdînanî digire nava xwe.
Ev ferheng ji 41 hezar pevv û 3 hezar û 500 şîroveyan pêk tê.