Komîteyê bal kişand ser gotûbêjên entegrekirina Zanîngeha Rojava û Kobanê di nav Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî de û wiha got:
"Di çarçoveya van gotûbêjan de, hejmarek ji fakulteyên her du zanîngehan hatin erêkirin.
Erêkirina fakulteyên mayî di dema heyî de hat bipaşxistin, heta ku rêkarên pêwîst bi dawî bibin.
Di pêvajoya heyî de, dê li her du zanîngehan ev fakulteyên erêkirî yasayî bin.
Komîteya Entegrasyonê got, ji bo ku xwendekar perwerdeya xwe bidomînin, divê li gorî biryarên Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî xwe li zanîngehê tomar bikin.
Xwendekarên fakulteya zanistên xwezayî û teknolojiyê daxuyanî da
Piştî vê, Xwendekarên Fakulteya Zanistên Xwezayî û Teknolojiyê ya Zanîngeha Rojava daxuyaniyek da.
Xwendekaran di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku sîstema akademîk û îdarî di pêşxistina saziyên perwerdeyê de gelekî girîng e û wiha got:
"Divê hemû beşên zanist û teknolojiyê bikevin hevyazbariya sala nû ya xwendinê.
Ev hemû beş girîng in û di aliyê zanist, teknîk û pêşxistinê de pêdiviya herêmê pê heye."
Xwendekaran di daxuyaniyê de da zanîn ku taloqkirina 6 beşên fakulteyê ji bo saleke dîtir ne li gorî xweseriya herêmê û pêdiviyên wê ye.
Xwendekaran daxwaz kir ku biryara tenê du beş xistine hevyazbariyê di ber çavan re derbas bikin û her 6 beşên dîtir jî bixin nav hevyazbariyê.