Xwepêşandanên Fransayê belavî gelek welatan bûn

Xwepêşandanên li Fransayê belavî gelek welatên din ên Ewropayê dibin. Xwepêşandanên ku ji ber pergala perwerdeyê li Fransayê dest pê kiribû, niha gihîştine Îtaliya, Spaniya, Belcîka, Portugal û Albaniyayê. Li van welatan, sedema derketina kolanan nema tenê mijara perwerdeyê ye, lê belê ji ber bihabûna debara jiyanê, kiriya xaniyan, têkçûna xizmetguzariya giştî û zêdebûna gendeliyê, xwepêşandan herroj berfirehtir dibin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Fransayê ku çend hefte ne xwepêşandan berdewam in, li gelek bajaran karên wêranker tên kirin.

Hin xwepêşanderan di betlaneya heftane ya borî de, agir berdan avahiya şaredariya bajarê Lîmoj û avahî hat xwarê.

Herwiha di pevçûnên bi polîsan re, gelek kes birîndar bûn.

Di nav xwepêşanderan de, gelek kes hebûn ku talankirin û dizî dikirin.

Polîsên Îtalyayê 271 kes binçav kirin

Li Îtaliyayê, bajarê Mîlano roja yekşemê navenda xwepêşandanan bû.

Xwepêşandan li vir jî li dijî têkçûna xizmetguzariya giştî û bihabûnê bûn.

Polîsên bajêr ragihand ku wan 271 kes binçav kirine, ji wan 32 kes hatin girtin.

Mîlonî karên wêranker şermezar kirin

Serokwezîra Îtalyayê Georgiya Melonî, karên wêranker ên di nava xwepêşandanan de derketin şermezar kirin.

Melonî diyar kir ku ew ê civînekê li dar bixin da şêwazên çareserkirina vê rewşê nîqaş bikin.

Li Portugalê xwepêşanderan kon vedan

Xwepêşandan her wiha gihîştin portugalê jî û li paytexta welêt Lîzbonê û li Porto jî xwepêşanderan bi dehan kon vedabûn.

Sedemên xwepêşandanên li vir jî, nebûna xaniyan û bilindûna kiriyên wan, digel kêmbûna mûçeyan bûn.

Li Spanyayê xwepêşandanên aloziya xaniyan berdewam in

Jixwe aloziya xaniyan û bilindbûna kiriyên wan ji dawiya meha îlonê ve li Spanyayê dest pê kiriye û hîn jî berdewam e.

Wê demê, jineke 87 salî ji mala xwe ya li paytext Medrîdê hat derxistin, piştî ku kiriya xaniyê wê 4 qatan hat hildan.

Li Belcîkayê jî, li paytext Broksel û bajarê Liyêjê, xwepêpşandan hebûn û di nav de hin karên weranker derketin holê.

Li Albanyayê xwepêşanderan banga îstîfaya serokwezîr kir

Her wiha li Albaniyayê xwepêşandan li dijî gendeliya hikûmetê, nebûna derfetên kar û têkçûna asta perwerdeyê, li paytext Tîrana û çend bajarên din jî pêk hatin.

Xwepêşander li pêş avahiya Wezareta Perwerdeyê kom bûn û banga îstîfaya serokwezîr kir.

Polîs bi gaza rondikrêj û xertûmên avê rûbirûyî xwepêşanderan bûn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye