Piştî petrol û gazê Îran gefê li Kableyên Înternetê dixwe

Aloziya li Tengava Hurmizê, di navbera Îran û Amerîkayê de gurtir dibe. Îranê piştî petrol û gazê, gefê li kablên Înternetê yên di Tengava Hurmizê re derbas dibin dixwe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Supaya Pasdarên Îranê gef xwar ku dê kablên fîber ên optîk ên di bin deryayê de, ku di Tengava Hurmizê re derbas dibin, bixe sîstema destûrdanê.

Ev gef pirsan li ser bandora vê gavê li ser peywendiyên navdewletî û veguhastina daneyan li herêma Kendavê çêdike.

Kablên weke AAE-1, Falcon û Gulf Bridge, welatên Kendavê bi Asya, Afrîka û Ewropayê ve girê didin.

Ev kabl daneyên înternetê, danûstandinên darayî û peywendiyên hikûmetê vediguhêzin.

Li gorî pisporan, her ziyan an astengîyek di van kablan de, dikare bandorê li hin xizmetên dîjîtal bike.

Lê belê, ji ber hebûna rêyên alternatîf, gengeziya qutbûneke cîhanî ya berfireh kêm e.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye