Sekreterê Giştî yê NY’yê piştî 17 salan li Şamê ye

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, îro gihîşt Şamê paytexta Sûriyeyê. Ev serdan di dîroka nû ya welat de pêngaveke krîtîk e. Ev yekem car e ji sala 2009’an û vir ve ku serokê herî bilind ê NY’yê serdana Sûriyeyê dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Guterres û şandeya pê re li Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Asaad El Şeybanî ve hatin pêşwazîkirin

Di çarçoveya serdanê de, tê payîn ku Sekreterê Giştî dê bi Serokê qonaxa veguhêz Ehmed Şera û rayedarên hikûmetê re bicive.

Her wiha Guterres dê roja duşemê li Parlamena Sûriyeyê gotarekê pêşkêş bike û serdana hêzên aştiyê yên NY’yê (UNDOF) yên li herêma colanê bike.

Berdevkê NY’yê Stephane Dujarric diyar kir ku armanca vê serdanê nûkirina piştgiriya navneteweyî ya ji bo gelê Sûriyeyê ye.

Dujarric tekez kir ku NY piştgiriyeke tam dide serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê û amade ye di warê alîkariyên mirovî, ji nû ve avakirina saziyan û vegera bi rûmet a penaberan de rola xwe bileyze.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye