Supaya Pasdaran gef li Amerîka û Îsraîlê xwar

Di nav gefên zêde yên di navbera Îranê, Amerîka û Îsraîlê de, Berdevkê Supaya Pasdaran hişyarî da ku Îran dê bersiva her êrîşê bi tundî bide.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevkê Supaya Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê, Huseyîn Muhibbî, ji Ajansa Fars re axivî û hişyarî da Amerîka û Îsraîlê û got ku Îran dê bersiva her êrîş û şaştiyên dijmin bi qatên zêdetir bide.

Muhibbî diyar kir ku Amerîka û Îsraîl nikarin di şert û mercên heyî de operasyoneke bibandor li dijî Îranê pêk bînin.  

Wî her wiha got ku daxuyaniyên wan bi piranî ji bo bandorkirina raya giştî û parastina berjewendiyên xwe yên siyasî ne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye