Di gotara xwe de ya li Washingtonê, serokê Amerîkayê Donald Trump êrîşên Amerîkayê yên li ser Îranê parastin û got ku cîhan niha biewletir e û bernameya nukleerî ya Îranê dê heta hetayê were rawestandin.
Donald Trump her wiha got ku hêza leşkerî ya Îranê pir lawaz bûye û Rojhilata Navîn di rêya aştiyê de ye.
Trump di gotara xwe de ev agahî dan:
"Piştî êrîşa Amerîkayê ya li ser Îranê, cîhan bûye cihekî biewletir.
Çekên nukleerî ji bo demeke pir dirêj, di rastiyê de heta hetayê jî, dê ji Îranê dûr bimînin.
Bi saya hêz û jêhatîbûna hêzên çekdar ên Amerîkayê, îro Îran êdî ne xwedî hêzên deryayî, ne hêza hewayî, ne şiyana parastina hewayî, ne jî xwedî şiyana mûşekavêjan yan çêkirinê ye.
Her wiha serokatiya wê hatiye hilweşandin."
Di dawiya axaftina xwe de, serokê Amerîkayê behsa aştiya li Rojhilata Navîn û pêşketina di bazara borsayê de kir û wiha anî ziman:
"Di dawiyê de, piştî 3 hezar salî, ev cara yekem e dê li Rojhilata Navîn aştî hebe.
Ji çaxa îmzekirina peymana bi Îranê re, bazara borsayê û hesabên malnişînên we bi awayekî berbiçav mezin bûne.
Bihayê petrolê bi awayekî mezin daketiye û di demeke nêzîk de bihayê benzînê dê bibe 2.50 dolar ji bo her galonekê yan jî kêmtir."
Rubio: Em dixwazin bi Îranê re peymanekê çêbikin
Reutersê ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di serdana xwe ya Kuweytê de, ji dewletên Kendavê re piştrast kiriye ku Washington dê di dan û standinên digel Îranê de berjewendî û ewlehiya wan berçav bigire, da ku bigihêje rêkeftineke dawî li ser şerê li Rojhilata Navîn.
Marco Rubio got ku Amerîka dê di dan û standinên digel Tehranê de bi tevahî hevkarên xwe yên li Kendavê re hevrêz be û wiha bi dawî kir:
"Washington dê tiştekî neke ku ewlehiya hevalbendên xwe xera bike.
Em dixwazin bi Tehranê re peymanekê deyînin, lê ne bi her awayî.
Divê peyman baş, rast û ji bo bicihanînê pêkan be.
Heke Îran li şûna hinardekirina îdyolojiyê li ser xweşguzariya gelê xwe bisekine, Amerîka amade ye bi Tehran û hevkarên wê re bixebite.
Lê bijartina rêyeke din dê encameke erênî bi dest nexe."