Trump wê ji ber rageşiya bazirganiyê serdana Çînê bike

Serokê Amerîkayê Donald Trump, plan dike ku ji 31'ê Adarê heta 2'yê Nîsanê serdana Çînê bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî ku Dadgeha Bilind, biryar da ku bacên Trump li ser kelûpelên hawirdekirî betal bike, karbidestekî Qesra Spî serdana Trump roja Înê piştrast kir.

 

Serdana dawî ya Trump bo Çînê di sala 2017'an de bû.

 

Lêbelê, piştî biryara bacê ya nû, hîn ne diyar e ka Trump wê bacên gumrikê li ser hawirdekirina ji Çînê ji nû ve ferz bike an na û di bin çi desthilata zagonî de.

 

Rêveberiya Amerîkayê, dibêje ku ev gumrik ji ber rewşên awarte yên neteweyî yên têkildarî nehevsengiya bazirganiyê û rola Çînê di hilberîna kîmyewiyên neqanûnî yên bi fentanyl ve girêdayî de pêwîst in.

 

Balyozxaneya Çînê ya li Washingtonê, hîn bersiva daxwaza şîroveyê nedaye.

 

Pekînê jî, hîna serdan piştrast nekiriye.

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye