Mîhrîban Dal û Güneş Yaşmîn, ku duh li mala xwe ya li navçeya Bazîdê hatin binçavkirin, ji aliyê Dadgeha Sulhê ya Agiriyê ve bi tawana "endamtiya rêxistinê" hatin girtin û şandin girtîgehê.
Di lêpirsînên polîs û dadgehê de, ji Mîhrîban Dal û Güneş Yaşmîn pirsîn ka çima ev rengan li xwe kirine û çima li ser medyaya civakî parve kirine.
Herduyan jî diyar kirin ku ew beşdarî daweta xizmekî xwe bûne û ev reng beşek ji kevneşopiyên wan in.