Nobedarên vê hefteyê jî sê welatparêzên ji paytexta Elmanya Berlinê û bajarê Strasbourg ê Fransayê ye.
Sedat Yavaş, Selahattîn Mete û Ahmet Kûrt wê nobeda vê hefteyê bimeşînin.
Komê xwest, tecrîd bê rakirin, deriyê Îmraliyê tavilê bê vekirin û hevdîtin bi Rêber Apo re bê kirin.
Berdevkê komê Sedat Yavaş anî ziman ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gelê Kurd berpirsyariya xwe bi cih aniye û divê dewlet tavilê sererastkirinên qanûnî bike.
Nobeda Azadiyê ku ji bo azadiya Rêber Apo li bajarê Strasbourg ê Fransayê di Hezîrana 2012'an de destpê kir û bê navber dewam dike, di hefteya 699'an de ye.