Li Wanê libên ceh ên 5 hezar salî hat dîtin

Di encama xebatên kolandinên arkeolojîk de, li navçeya Payîzavayê ya Wanê, libên cehê ku dîroka wan digihîje 5 hezar sal berê, hatin dîtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji bilî libên ceh, kevirên hêrandinê yên jorîn û jêrîn, hestiyên ajalên biçûk, firinek û firaxên axê jî hatin dîtin.

Hate diyarkirin, cihê ku ev berhem têda hatin dîtin mutfax e, ku temenê wê dighêje 5 hezar sal berê.

Tîma kolandinê piştî dîtina van Antîkeyan li depoyeke ya li Girê Îremîrê xebatên xwe berdewam kirin.

Li gorî ku tîmê diyar kir li gir 8 qat hatine tespîtkirin.

Ev xebatên kolandina arkeolojîk di bin serokatiya Muzeya Wanê û bi berpirsiyariya zanistî ya Prof. Dr. Hanîfî Bîber de tên meşandin.

Di nav vê xebatê de tîmeke ji 15 kesan ku ji arkeolog, antropolog û dîroknasên hunerê pêk tê, cihê digirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye